Hin ji şêniyên gundên derdora Amêdiyê yên ku ji ber şerê sexte yê di navbera çekdarên PKK’ê û leşkerê Tirkiyeyê zirar bi wan gihiştine, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin qerebûkirin.
Îro roja sêşemî 13/8/2024an, 103 kes ji şêniyên gundên “Berçê, Belave, Sergelê û Guherzê” yên devera Nihêlê ku ji ber şerê sexteyê di navbera çekdarên PKK’ê û leşkerê Tirkiyeyê zirar dîtine hatin qerebûkirin.
Di merasîma qerebûkirinê de, Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ragihand, bêy watetirîn şerê di dîroka Kurdistanê de rû dayî ev şere ku ne şerê meye û nejî em fêm dikin çima ev şer li devera me tê kirin.
Elî Teter her wiha got, azadiya piştî Serhildana 1991an gelê Başûr bi xwîna dehan hezar kesan bi dest xistî, mixabin îro hin ji hêzên çekdar “PKK’ê” nehişt bi taybet gelê devera Amêdiyê weke pêwîst xweşiyê pê bibîne.
Her wiha tekez kir, raste em bi navê qerebûkirina zerermendên şer li virin, em ti minetekî bi gelê xwe nakin, lê zerera ku bi me gihiştî bi pere nayê qerebûkirin, me pir caran gotiye, em careke din jî dibêjin, heyanî ev çekdar li herêmên me dernekevin em nayên qerebûkirin, heya ku ev şerê nerewa, ev şerê bê wate ji devera me neyê dûr kirin, qerebûya me nayê kirin.
Tê zanîn ku artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKK’ê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilît kiriye û operasyon heta niha berdewame, ji ber vê operasyonê jî hejmareke herî zêde ji şêniyên gundên derdora Amêdiyê, bi taybet gundên devera Nihêlê rastî zirarên mezin hatine.
Operasyona “Pence-Kilît”, navçeyên Metîna, zap û Avaşîn-Basiyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.