Serkirdeyekî Kurd îro Sêşemê 13/8/2024an got, çekdarên PKK’ê avêtin ser malekê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê û keçek revandin û diya wê jî eşkence kirin.
Di vê çarçoveyê de Endamê Mekteba Siyasîya Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Rojavayê Kurdistanê Feyaz Îsmaîl ragihand ku çekdarên PKK’ê avêtin ser mala welatiyekî Kurd bi navê (Ebdulbarî) û piştî revandina keçekê ji vê malê, bi awayekî hovane li xizmên keçikê, nemaze diya wê, Fatîma Şêx, xist.
Her wiha ragihand, tişta ku PKK’e li Rojavayê Kurdistanê dike karekî nerewaye û em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku bersiva kiryarên PKK’ê bidin.
Di heyama sê mehên borî de, çekdarên PKK’ê çendîn endamên ENKSê, çalakvan, rojnamevan, zarok û keçên kurd li Rojava Kurdistanê bo cihên nediyar revandine, çarenivîsa beşek ji revandiyan heyanî niha nediyare û hinek din jî ji boy kampên perwerdeya leşkerî yên PKK’ê hatine veguhestin.