Endamên rêxistina çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigire, zarokekî temen biçûk ku ji Palmîra koçber bûye û li bajarê Minbicê yê di bin kontrola HSD’ê de dijî, revand.
Li gor agahiyan, çeteyên PKK’ê di 7î Tebaxa 2024an de zarokê temen biçûk yê bi navê Mihemed Muhened Mihemed yê 13 salî revandiye û li kampên leşkerkirina zarokan li Minbicê bi cih kiriye.
Tevî hewildanên malbata zarokê revandî jî, lê belê rayedarên HSD’ê bi ti awa razî nebûn Mihemedê zarok vegerînin nava malbata wî de yan jî rê bi malbata wî bidin zarokê xwe bibînin.
Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.
Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.