Asayîşa PYDê 6 kes ji malbeteka Amûdê girtin

Asayişa-Amûdê-

Hêzên Asayîşê yên li bajarokê Amûdê, piştî 2 rojan ji revandina keça bi navê Şêxa Teter, îro 4 endamên malbata wê û pismamekî wê girtin.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê belav kir, hêzên asayişê yên ser bi HSDê ve, roja 11ê Tebaxê bi ser mala keçika bi navê Şêxa Tetar ya li bajarokê Amûdê girtibûn, li endamên malbatê dan û piştre Şêxe ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

Wê torê diyar kir jî, hêzên asayişê îro 14ê Tebaxê careke din bi ser mala keçikê de girt û careke din li endamên malbatê dan û piştre bav (Ebdulbarî), dê (Fatîme), du bira (Dijwar û Hejar) û pismamê keçikê (Şiyan) girtin.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan tekez dike, hîn jî baskên ewlekariyê yên HSDê di binpêkirina yasayên navdewletî de, bi taybetî biryarên (2139 û 2254) berdewam in û pabendî wan nabe, ku bi awayekî bêserûber, bê hişyariya pêşwext û bi hincetên derew, sivîlan digirin.

Tora Çavdêriya Mafên Mirov metirsiya xwe derbarê çarenivîsa malbara Ebdulbarî Teter nîşan da û got, dibe ku ew rastî eşkenceya laşî û windakirina bi zorê bên.

Herwiha Torê bang li civaka navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê kir ku berpirsyariyên xwe li hember sivîlan rabin û wan biparêzin, fişarê li HSDê û şaxên wê yên ewlekarî bikin, ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî sivîlan û çarenivîsa keçika revandî û malbata wê eşkere bike û berpirsan vê bûyerê derxîne pêşberî dadgehê.

Pustên heman beş