Di 48 saetan de PKKê 19 Gerîla li sînorê Amêdiyê da ne kuştin

Turkey-Pence-PKK-2

Artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî 2 çekdarên din yên PKKê li herêma operasyona Pence kuştin, du rojan berê jî 17 çekdar kuştibûn.

Li gor daxuyaniya ku ji wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê hat dayîn, artêşa Tirkiyê di 48 saetên derbasbûyî de êrîşên asmanî li herêma operasyona Pence encam da ne, 19 çekdarên PKKê ketine ber êrîşan.

Destnşan kir, duh roja çarşemî 14 Tebaxê 2 çekdarên PKKê hatine kuştin û roja 12 tebaxê jî 17 çekdar bi êrîşa asmanî hatin hedef girtin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence” li sînorê navçeya Amêdiyê kirbû.

 Li Hezîrana îsal 2024an jî qûnaxeke din ji vê operasyonê destpêkir û hêjan jî dewam dike. Ji wê demê ve PKKê wendahiyên mezin da ne û rojane ciwanên Kurdan bi destê artêşa Tirk dide kuştin.

Pustên heman beş