Li navçya Xinisê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê bi sedema “alîkariya madî ya PKKê” 9 kes hatin desteserkirin.
Hevserokê rêxistina DBPê ya heman navçeyê Hasan Dogan jî di nav de ye.
Li navçeya Xinisê ya Erziromê polîsan bi ser hinek navnîşan de girt û di encam de Hevserokê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya heman navçeya Hasan Dogan û 9 kesên din bi sedema ku alîkariya madî daye PKKê hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê her 10 kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Erziromê,
Piştî îfadeyê 6 kes hatine berdan lê pêvajoya desteserbûna 3 kesên bi navê Dîlek û Turan Oruç û Yahya Încekan berdewam dike.
Herwiha di çarçoveya dosyeyê de îfadeya Yilmaz Gulçîçek jî hatiye girtin ku niha di girtîgehê de ye.