Wezîrê Nevxwe yê Tirkiyê: Berpirseke jin a PKKê hat kuştin

Seyran Çomak -net

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragehand ku li navçeya Bazîd a ser bi parêzgeha Agirî ya Bakûrê Kurdistanê di operasyona bi navê “Gurz-7” de berpirsa PKKê ya bi navê Seyran Çomak ku wek Berwar tê naskirin û di lîsteya sor de cîh digirt hatiye kuştin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya di tora xwe ya civakî X de daxuyaniyek belav kir û ragehand: “Di çarçoveya operasyona Gurz-7 de bi serpereştiya serokatiya rêveberiya Tîmên Tekoşîna Dijî Terorê de; li ser agahiyên îstîxbaratê, hêzên fermandariya asayîş, hêzên fermandariya Agirî herwaha bi beşdariya fermandariya hêzên esmanî, li navçeya Bazîdê operasyon pêk hat û di wê operasyonê de fermandara YJA-STAR ku baskê PKKê yê jinan e, Seyran Çomak ku wek Berwar tê naskirin û di rêvebera eyaleta Serhadê ya PKKê bû, di wê operasyonê de hate kuştin.

Yerlîkaya ragehand, Seyran Çomak, fermana 16 çalakiyên dijî hêzên Tirkiyê daye û di wan çalakiyan de 29 kes hatine kuştin û ew rêvebera PKKê di lîsteya sor a Wezareta Navxwe ya kesên ku daxwaza girtina wan tê kirin de cîh digirt.

Pustên heman beş