Li Tirkiye û Bakurê Kurdistan 222 kes bi tometa “PKK” hatin binçavkirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistan 222 kes bi tometa “PKK” hatin binçavkirin

Li 36 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistan, 222 kes bi tometa endamtî, bangeşe û alîkariya PKKê hatin binçavkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, li 36 bajarên Tirkiyeyê li dijî endam û alîkarên PKKê, operasyona bi navê Gurz-8 hatiye encamdan.

Yerlîkaya got, kesên hatine binçavkirin, bi endamtiya PKKê, hewla tevlibûna kadroyên çiya, bangeşeya PKKê li ser torên civakî, alîkariya rêxistina neyasayî tên tometbarkirin.  

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya, operasyon li Diyarbekir, Wan û Mêrdîn, Stenbol, Îzmîr, Enqere, Mêrsîn û Edene hatiye encamdan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê got jî, bi kesên hatine binçavkirin re, gelek pare û dirav û dokumentên rêxistinê jî hatine desteserkirin.

Pustên heman beş