Êrîşên Tirkiyeyê, paşve vekişîna çekdarên PKK’ê û zirarên şêniyên Başûr dewam dikin

PKK-Duhok-Village-Turkey-Kurdistan-1-8-2024-Net

Di şerê sexte yê di navbera çekdarên PKK’ê û artêşa Tirkiyeyê de tê meşandin, çekdarên PKK’ê tev lotke û çiyayên stratejîk teslîmî dewleta Tirk kirine, paşve vekişîne û tevgera xwe xistiye derora gund û cihên sivîlan, li hin herêman jî derbasî nava gundan bûye û bi vê sedemê şêniyên gundan rastî zirareke mezin hatine.

Bi sedema tevgera çekdarên PKK’ê piraniya gundên Amêdiyê veguherîne qadên şer, rojane dengê fîşek, top û balefirên şer yên artêşa Tirk li vê herêmê tê bihîstin, gundî rastî zirarek mezin hatine, bi awayekî ku di dema sê rojan de 11 gundewarên Amêdiyê bûne qadên vî şerê sexte, û leşkerê Tirkiyeyê êrîşî van gundan kirye.

Êrîşên dewleta Tirk bi vî awa bûne:

12/8/2024

Saet 12:50 Şevê, du helîkopterên leşkerê Tirkiyeyê bi çekê doşka teqe li gundên Bilîzanê, Bêşîlê û dergela Mûsa Begê yên ser bi devera Berwarî Bala ve kiriye.

Saet 6:30 êvarê, balafirên şer yên Tirkiyeyê tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê yê ser bi devera Nihêlê ve bombebaran kiriye.

Saet 8:40 şevê, balafirên şer yên Tirkiyeyê pişta gundê Dêreşê yê ser bi devera Berê Garê bombebaran kiriye, her wiha Saet 9:51 şevê helîkopterên artêşa Tirkiyeyê bi çekê doşka teqe li tunela PKK’ê ya li hindavî gundê Guherzê kiriye.

Saet 11:15 heyanî 11:55 pêş nîvrojê, topxaneya leşkerê Tirkiyeyê 7 top li geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî Bala xistine.

Saet 6:20 û 6:52 êvarê, balafirên şer yên leşkerê Tirkiyeyê gundê Dergela Mûsa Begê û Şêlaza yê ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kirine.

13/8/2024

Saet 7:35 Mexreb, balafirên şer yên leşkerê Tirkiyeyê geliyê Bazê bombebaran kiriye.

Saet 6:50 û 7:40 êvarê, helîkopterên leşkerê Tirkiyeyê, tunela PKK’ê ya li hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye.

Saet 10:15 şevê, helîkopterên leşkerê Tirkiyeyê çiyayê Metîna li Bakurê xala kontrolê ya Dêralok bi dûratiya 2 Km hewayî bombebaran kiriye.

14/8/2024

Saet 11:20 heyanî 11:50 şevê, topxaneyên leşkerê Tirkiyeyê, Geliyê Bêşîlê topbaran kiriye, her wiha Saet 1:10 nîvrojê bîstanekî gundê Xankê yê ser bi devera Berwarî Bala ve hedef girtiye.

Saet 6:50 êvarî, balafirên şer yên leşkerê Tirkiyeyê şikefta Babekra ya li geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kiriye.

Saet 10:40 heyanî 11:40 şevê, sê helîkopterên leşkerê Tirkiyeyê bi çekê doşka teqe li gundê Bêlîzanê û Bazê yên ser bi devera Berwarî Bala ve kiriye û bi 6 mûşekan jî ev du gund hedef girtine.

Saet 5:45 heyanî 7:45 Mexreb, çekdarên PKK’ê bi mûşekekî leşkerê Tirkiyeyê li pişta bendava gundê Sergelê yê ser bi devera Nihêlê hedef girtiye.

Saet 7:20 Mexreb, balafirên leşkerê Tirkiyeyê aqarê gundê Atoş yê ser bi Nahiya Çemankê ve bombebaran kiriye.

Pustên heman beş