Amerîka piştgiriya zêdetir dide hêzên Pêşmerge

Forbes-Peshmarga-info

Kovara Forbes bi giringî behsa hewlên Amerîkayê ji bo biçekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike.

Kovara Forbes ragihand, Amerîka bêyî ku vegere Bexdayê hêzên Pêşmerge biçek dike. Herwiha got, ji bilî topxaneyên dûravêj, çend cureyên çek û otombîlên veguhestina leşkerî yên taybet, Amerîka dronan jî dide hêzên Pêşmerge.

Kovarê amaje bi hevpeyvîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya di meha Sibatê de li ser kanala “NBC” kir û tekez jî kir, Herêma Kurdistanê ji bo parastina xwe, pêwîstiya hêzên Pêşmerge bi çekên pêşkeftî heye.

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Samuel Warberg roja 8ê Tebaxê ji K24ê re got: “Em di çarçoveya hewlên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê, kar ji bo bilindkirina hevkariyê ligel hêzên Pêşmerge dikin.”

Ji koma zêdetir ji 180 hezar Pêşmergeyên girêdayî Wezareta Pêşmerge; 44 hezar ji wan di çarçoveya 15 lîwayên hevbeş de, di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de hatine birêkxistin. Amerîka jî mehane nêzîkî 25 milyon dolar (25 milyar dînar) ji bo mûçeyên 44 hezar Pêşmerge xerc dike.

Pustên heman beş