Rêxistina PKKê nasnameya du fermandarên xwe yêk jê jin aşkere kir ku li Zapê ketine ber êrîşên balafirên Tirkiyê û jiyana xwe ji dest da ne.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja înî 16 Tebaxa 2024ê nasnameya du fermandarên xwe aşkere kir yêk jê jin û got: Ew li 21 Hezîrana îsalê li Zapê ketine ber êrîşan û jiyana xwe ji dest da ne.
Navên wan wisaye:
Ender Nusret ji Mûşê û Leyla Ezîz ji Edeneyê, Leyla doktore jî.
HPGê weke tev şervanên xwe mirina fermandar Ender û doktor Leyla jî ev du mehin veşartî hiştiye û di pesnê wan de dîsa ew bi feda ji boy Apo hesab kirine.
Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence” li sînorê navçeya Amêdiyê kirbû.
Li Hezîrana îsal 2024an jî qûnaxeke din ji vê operasyonê destpêkir û hêjan jî dewam dike. Ji wê demê ve PKKê wendahiyên mezin da ne û rojane ciwanên Kurdan bi destê artêşa Tirk dide kuştin.