KCKê li ser civîna navbera hikûmeta Iraqê û Tirkiyê de pêkhatî daxuyaniyek ragihand.
Wek tê zanîn li Enqere Civîna 4emîn a Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Asta Bilind di navbera Tirkiyê û Iraqê de hate kirin. Di civînê de rewşa PKKê babetek sereke ya rojevê bû.
KCKê li ser vê civînê daxuyaniyek ragihand û got: Divê Hikûmeta Iraqê nebe hevkara polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk û divê girîngiyê bide têkiliyên dostane yên di berjewendiya gelên Iraqê. Dixuye ku, Hikûmeta Iraqê di nava xwexapandineke mezin de ye. Tirkiye bi dehan kîlometreyên wê dagir kiriye.”
KCK dibêje: Yê ku DAIŞ li Mûsilê xwedî kiriye, berê êrişên wê daye Sûriye û Rojavayê jî Erdogan û dewleta AKPyê ye. Yê ku bêyî erêkirina dewleta Iraqê hêzên leşkerî şandine Başîkayê, bi awayê mayînde li xaka Îraqê bi cih bûye û hîna jî hewl dide hêza xwe zêde bike dewleta Tirk e. ev rewş ne li gorî rastiya dewleteke serbixwe-desthilatdar e çimkî desthilatdariya Îraqê bi awayê fermî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û emperyal ve hatiye binpêkirin.”
KCK dibêje: Em bang li Hikumeta Iraqê dikin ku nebin hevkarê van polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk û divê girîngiyê bide têkîliyên dostane yên bi perspektîveke ku berjewendiyên gelên Iraqê diparêzin.”