Bi êrîşa asmanî 9 çekdarên PKKê li Xakurkê hatin kuştin

pkk-Xakurk-9-Net

Neh çekdarên rêxistina PKKê di 24 saetên derbasbûyî de li devera Xakurkê ya li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên asmanî û hatine kuştin.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê ragihand, duh roja şemî 17/8/2024ê 9 çekdarên Partîya Karkeran li herêma Xakurkê ya li Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşên balafirên şer û hatin kuştin.

Di daxuyanîya wezaretê de hat gotin ku “ev operasyon beşeke ji hewlên berdewamên têkoşîna li dijî terorê ye”.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence” li sînorê navçeya Amêdiyê kirbû.

 Li Hezîrana îsal 2024an jî qûnaxeke din ji vê operasyonê destpêkir û hêjan jî dewam dike. Ji wê demê ve PKKê wendahiyên mezin da ne û rojane ciwanên Kurdan bi destê artêşa Tirk dide kuştin.

Pustên heman beş