YNK û xiyanetên wê bûne metirsiyekî cîdî li ser paşeroja Kerkûkê

YNK-PUK-Kirkuk-Erab-Kurd-Net

Endama Parlamentoya Iraqê ya berê ya ser bi PDKê rexneyên tund li YNKê dike, ji ber wê rêkeftina li gel erebên Kerkûkê kirine û radigehîne ku YNKê tewîz li ser mafên kurdan û Kurdistanîbûna Kerkûkê kiriye.

Endama berê ya Parlamentoya Iraqê û şarazaya yasaya destûrî Neda Mêrgesorî ji BasNewsê re ragehand, hêviya me ew bû piştî helbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê rewşa Kerkûkê bi giştî û ji bo kurdan jî bi taybetî ber bi başî û aramiyê ve biçe, lê mixabin ‘’Xuya dike rewşa Kerkûkê ji bo kurdan ber bi başiyê ve naçe, bi taybet jî piştî destnîşankirina parêzgarekî nû ji bo Kerkûkê bi awayekî neyasayî û bi rêkeftina YNKê li gel hin aliyên erebî û ji dest dana peywirên herî giring û hestyar û dayîna wan bi ereban re rewş baş nabe.’’

Herwaha got: ‘’YNK dixwaze Kerkûk û xelkê kurd ê wî bajarî bike qurbana rêkeftineke ecêb, eger na çi huner têdeye ku hemû peywir û hemû pêgehên hestyar ên koordîne û ewlehiyê tu bidî pêkhateya ereb. Û li hember wê jî tenê salek û çar mehan peywira parêzgar werbigrî? Xwezî mijar tenê dayîna peywiran be, lê waye gelek kesên wek Qeys Xez Elî ku xwediyê Bafil Talebanî ye, herwaha Wesfî Asî ku parlamenterekî erebe, li gel Muheymen Hemdanî û Reîd Salih yê endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê yê kutleya erebî ye, hemû bi aşkera dibêjin ku YNKê tewîz li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê kiriye û gotiye Kerkûk bajarekî Iraqî ye û razîbûye Ala Kurdistanê li Kerkûkê neyê rakirin û gotiye, Pêşmerge û asayîş venagerin Kerkûkê, bi cîdî rêkeftineke waha bê kirin ew çi rêkeftine?’’

Mêrgesorî ragehand: ‘’YNK, waha reftar bike, Kerkûk bi temamî di bin destê kurdan dê bê derxistin û Kurdistanîbûna Kerkûkê jî di paşerojê de metirsiyên cîdî dikevin ser. Herçend Kurdistanîbûna Kerkûkê xwedî bingehekî kevin ê dîrokî ye û hezar partî ji dirûşmên xwe vegeryabin û bibêjin Kerkûk ne Kurdistanî ye, lê hîn Kerkûk Kurdistanî ye û dê her bi Kurdistanî jî bimîne.’’

Derbarê rêkeftina danîna parêzgarê Kerkûkê de jî got: ‘’Duh xiyaneta 16ê cotmehê bû, vê carê jî rêkeftina danîna parêzgar! YNK waha reftar bike û Kerkûk û xelkê wê yê resen bike qurbana armancên xwe yên teng ên partiyê, di paşerojê de xwedê neke divê fatîhe bo Kerkûkê bê xwandin.’’

BasNews

Pustên heman beş