Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi rêya ofîsa xwe ya li bajarê Efrînê, li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên tendirustî ji welatiyên Efrînê re berdewam e.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di daxuyaniyekê de diyar kir, tîmên wê yên bijîşkî xizmetên bizîşkî pêşkêşî 67 nexweşên ji gundên Ehmedê Mastê û Uga yên navçeya Bilbilê kirine, ku ji nava wan nexweşan, 32 zarok, 30 jin û 5 mêr bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî erdheja Sibata 2023an, ofîseke xwe li Efrînê vekir û alîkariyên curbicur pêşkêşî welatiyên herêmê dike, ji wan alîkariyên xwarin, bizîşkî û herwiha vekirina kursên zimanê kurdî û pîşeyî.
Herwiha dezgehê Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrînê vekiriye û gelek destpêşxerî û çalakiyên mirovî, kursên curbicur ên xwendinê vedike.