Tirkiyê kuştina kadroya îstixbarata PKKê ya bi navê Zîlan ragihand

zilan-azak-net

Îstixbarata dewleta Tirk îro ragihand, di operasyonekê de ku li Xakurkê pêkhatiye, kadro û çekdara PKKê ya bi navê Zîlan Azak bi navê kod Sema Çewlîg hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên ku ajansa Anadoluyê ji MÎTê bi destxistine, Zîlan Azak kadroya îstixbarata PKKê li herêma Xakurkê hatiye kuştin, lêbelê dema kuştina wê eşkere nekiriye.

MÎTê tespît kir ku Azakê sala 2015an xwendina xwe ya zanîngehê di nêvî da hiştiye û tevlî rêxistina PKKê bûye.

Destnîşan kir, Azak beşdarî çalakiyên komkirina agahiyên îstixbarî, keşif, raçavkirin û êrîşên bi dironan bûye.

Derbarê kuştina Zîlan Azakê, medyaya PKKê li 6 tebaxa îsalê mirina wê ragihand bû û got bû ku Zîlan li meha Nîsana îsalê li Xakurkê ketbû ber êrîşan.

Pustên heman beş