Berpirsê hewalgîrîya PKKê li devera Berwarî Bala hate kuştin

turkey-pkk-berwari bala-hewakgiri-gelhat-kocer-net

Berpirsê hewalgîrîya rêxistina PKKê yê devera Berwarî Bala kesê bi navê kod Gelhat Koçe hate kuştin, Gelhat kesekî herî girîngê rêxistinê bû.

Li gorî çavkaniyên taybet yên Darka Mazî, fermandarê PKKê yê bi navê Ebdulla Ehmed ku bi navê kod Gelhat Koçer tê naskirin, bepirsê melefa hewalgîrîya PKKê ye li devera Berwarî Bala, ew di êrîşeke Tirkiyê de hatiye kuştin.

Gelhat Koçer kî ye?

Nav: Ebdulla Ehmed.

Paşnav: Arslan.

Kodnav: Gelhat Koçer.

Cihê ji dayikbûnê: Şirnex.

Gelhat ji eşîra Didêrî ya Hezexê ye, li sala 2015ê tevlî PKKê bûye, ji Botanê derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li wir perwerdehîya çekdarî û piştire ya hewalgîrî dibîne.

Rêxistina PKKê dibêje ew li 9 Hezîrana îsalê li çiyayê Metînayê ketiye ber êrişa balafiran û jiyana xwe ji dest da ye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê du mehan mirina wî veşartibû û piştre weke Gerîlayek asayî nûçeya mirina wî îlan kir.

Pustên heman beş