7 çekdarên rêxistina PKKê li herêma Xakurkê ketin ber êrîşa balafirên şer yên Tirkiyê û hatin kuştin, çekdarekî YPGê jî li Rojava Kurdistanê bû hedefa êrîşeke asmanî.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro 21 Tebaxa 2024ê ragihand ku bi êrîşa asmanî li herêma Xakurkê, 7 çekdarên rêxistina PKKê hatine kuştin.
Hat raghandin, êrîşeke asmanî li herêma Çiqlê Zeytûnê li Rojava Kurdistanê jî pêkhatiye û çekdarekî YPGê tê de bûye hedef.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê destnîşan kir, êrîşên wan bi biryardarî li dijî PKKê wê bidomin.