PKK’e bi zordarî pere ji şêniyên Rojava distîne

PKK’e bi zordarî pere ji şêniyên Rojava distîne

Rêxistina PKK’ê li Rojava Kurdistanê dest bi wergirtina pere ji şêniyên Rojava Kurdistanê kiriye û bi vê sedemê debara jiyana gel zêdetir sext bûye.

Kadroyên PKK’ê li Rojava Kurdistanê her salê li her bajar û bajarokê Rojava Kurdistanê hin lîjneyan pêk tînin û li ser malên kurdan digerin û pere ji wan distînin, ev lîjne ji kadroyên PKK’ê û hin kesan ji malbatên şehîdan “Dayik, Bav Xûşk û Birayên şehîdan” pêk tê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, PKK’e loma endamên malbatên şehîdan di nava lîjneyê de bi cî dike heya ku bandorê li hest û soza gel bike, û bi vê yekê pereyê zêdetir ji şêniyên Rojava werbigire.

Çavkaniyên me her wiha eşkere kir, ger malbatek razî nebe pere bi PKK’ê bide, piştre PKK’e bi rêya saziyên ser bi PYD’ê li Rojava Kurdistanê pirsgirêkan ji wan re çêdikin, bi awayekî ku neçar bimînin pere bi PKK’ê bidin.

Her wiha tekez kir, ev lîjne herî zêde pere ji cotkarên Rojava Kurdistanê distînin û bi vî awa du caran cotkaran îstîsmar dike, carekî bi neçarkirina wan ku genimê xwe bi nirxek herzan bifroşin rêveberiya xweser, ku piştre PKK’e bi nirxek bêtir difroşe rejîma Sûriyê û careke din jî bi rêya van lîjneyan pere ji cotkaran distîne.

Pereyê ku ji cotkar û gelê hejar yê Rojava Kurdistanê tê standin rasterast li ser navê malbatên şehîdan ji boy Qendîlê tê şandin.

Pustên heman beş