“Drona li Seyîdsadiq otomobîla PKK’ê armanc kirî, ji balefirgeha Erbetê rabûye”

“Drona li Seyîdsadiq otomobîla PKK’ê armanc kirî, ji balefirgeha Erbetê rabûye”

Kesayetekî nêzîk li Lahur Cengî ragehand, ew drona ku li sînorê qeza Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê otomobîlekî çend kesên ser bi PKK’ê kir armanca êrîşê, li balefirgeha Erbetê rabûye.

Duh 23.08.2024ê dronekî nêzîk Seyîdsadiq otomobîlek kir armanca êrîşê û ji ber wê du jinên ku endamên PKK’ê yên bi navên Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê YNK’ê bi rêya çapemeniyê û kesên kirêgirtî yên xwe yên ku xwe wek rojnamevan dinasînin û çalakvanên cuda cuda pênase dikin ve, bê ku behsa encamderên êrîşê bikin, polemîkên cuda derbarê bûyerê de belav kirin. Vê yekê jî gumana çêkir ku gelo YNK çima behsa encamderên êrîşê nake?

Kesayetekî nêzîk Lahur Cengî yê bi navê Şêrko Talebanî di pêgeha xwe ya tora civakî facebookê de nivîseke kurt belav kir û ragehand: ‘’Nefret li xiyanetê!’’ û got: ‘’Ew drona êrîşa Seyîdsadiqê pê hatiye encamdan, ji Erbetê rabûye, ne ji Tirkiyê.’’

Herwiha diyar kir, endamên PKK’ê ji aliyê YNKÊ ve dibin armanca êrîşê û got: ‘’Kirêgirtiyên Debaşan kar li ser dikin û li rawestekan de ango li xalên kontrolê ew endam tên destnîşan kirin.’’

Pustên heman beş