Gulistan Tara ku di êrîşeke hewayî de li Silêmaniyê jîyana xwe ji dest da, kê ye?

Roja Înê, 23 ê Tebaxê, li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê, wesayitek ji aliyê balafirên bêmirov ve hat hedef girtin. Hat ragihandin ku di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Çapemeniya PKK’ê îdia kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane xebatkarên çapemeniya sivîl in. Dewleta Tirk derbarê bûyerê de ti daxuyanî neda.

Çavkaniyên PKK’ê li Silêmaniyê radigihînin ku her du jinên jiyana xwe ji dest dane li Silêmaniyê beşdarî xebatên çapemeniya PKK’ê bûne. Li gorî zanyariyan, Hêro Behadîn jineke nîv-sivîl e û ji rêxistina ciwanên PKK’ê li Silêmaniyê bo karê rojnamevaniyê hatiye veguhestin. Gulistan Tara 25 sal in kadroya PKK’ê ye.

Gulistan Tara kê ye?

Gulistan Tara ku navê wê yê rast Gulistan Tekîk e, di sala 1982an de li Êlihê ji dayik bû û di sala 1999an de di salên lîseyê de tevlî nava refên PKK’ê bû. Piştî li herêma Botanê demekê dimîne berê xwe dide herêma Qendîlê. Di sala 2004an de dest bi xebatên medyaya PKK’ê dike. Di vê heyamê de, di navbera salên 2008 û 2011an de di dezgehê sekreteriya girêdayî Murad Qarayilan cih girt û nêzî Qarayilan dima. Di vê serdemê de tevgera jinan Gulistan Tara bi hinceta ku nêzî Qarayilan e, lê ji tevgera jinê dûr ketiye dikêşin navenda xebatên jinê. Ev veguhestin di Gulistanê de dibe cihê nerazîbûnê û di kêşeya li gel rêveberiya Jinê de dijî.

Piştre jî Gulistanê weke xebatkara Rojnewsê dişînin Silêmaniyê.

Piştî sala 2017an Gulistan Tekîk a li Rojava di nava xebatên ANHA yê de cih girt, piştre vegeriya Silêmaniyê û weke endama komîteya xebatên çapemeniya giştî ya PKK’ê di asta herî jor de hate erkdarkirin. Hat ragihandin ku Gulistan Tekîk kordînatora giştî ya xebatên Rojnewsê ye.

PKK rastiyan ji kê vedişêre?

Gulistan Tara kadroyek PKK ye, 25 salan li gel Mistafa Qarasu û Murad Qarayilan di nav PKK’ê de xebitiye û ne kadroyek asayî bû. Li aliyê din PKK’ê piştî mirina Gulistan Tara hewl da veşêre ku ew kadroyeka PKK’ê ye.

Ne mimkûn e vê rastiya Gulistanê ku 25 sal in PKK’eyî kes nizanibe. PKK bi kadro û girseya xwe dizane ku Gulistan Tekîk kadroyeke PKK’ê ye, dewleta Tirk jî vê yekê dizane. Wê demê PKK dixwaze vê rastîyê ji kê veşêre?

PKK xebatkarên xwe yên 25 salan xizmet kirî înkar dike ji bo siyasetê li ser windahiyên mirovî bike û gel bixapîne jiyana mirovan îstîsmar dike.

Helbet PKK wek her carê di vê bûyerê de navê PDK’ê telafûz dike û hewl di de ku hêrs û kerba gelê Kurd bikşîne ser PDK’ê. Lê belê bûyerê li herêma YNK’ê rû da ye. Derveyî PKK’ê û sayterên YNK’ê kes nizane ka li wê wesayîtî de kî/kê hebûn. PKK dixwaze bi êşa windahîyan û nûçeyên manîpulekirî têkçûna xwe veşêre û  tevlîbûna xwe ya di eniya dij-Kurd de rewa bike.

Pustên heman beş