Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê welatiyekî kurd li gundewarê Efrînê yê Rojava Kurdistanê girtin.
Li gorî tora çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê, roja 22ê Tebaxê, hêzên polîsên leşkerî endamê partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê Rêber Fewzî Ehmed 46 salî girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyare.
Ehmed ji gundê Hisiye yê Mîrkanê yê navçeya Mebetiliya Efrînêye û beriya demekê ji Herêma Kurdistanê vegeryabû mala xwe.
Hêjayî gotinêye ku tawan û binpêkirinên li ser Herêma Efrînê û gundewarên wê berdewamin ji dema ku artêşa Tirkiyê bi beşdariya grûpên ser bi wê ve ji bihara 2018an ve herêm dagir kiriye.