Hejmarek mezin a Heşda Şeibî bi lihevkirina ligel YNKê re, derbasî sînorê eniya yekem a Pêşmerge li Germiyan û Kulaco bûne û dest danîne ser bîrên petrolê yên wê deverê.
Jêderekî serbazî yê pilebilind ji K24ê re got, îro demjimêr 04:00 hêzeke mezin a Heşdî Şeibî nêzîkî 3 hezar çekdar bi 100 otombîl, şofel, Hammar û alavên leşkerî yên din, bi rêkeftina ligel YNKê derbasî devera ewlekariya lîwaya pêncem a Germiyanê û navçeya Kulaco bû û dest danîn ser çend bîrên petrolê.
Li gorî wî jêderî, hêzên Heşda Şeibî li nêzîkî bîrên petrolê yên Kulaco çeperên xwe ava dikin û pêgehên xwe bihêz dikin.
Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, hêzên Pêşmerge rê nedan hêzên Heşda Şeibî derbasî nav valahiya ewlehiyê bibin, lê Heşde Şeibî ragihandiye, ew bi lihevkirina bi YNKê re hatine deverê.
Da zanîn jî, hêzên YNKê çeperên xwe ji Heşda Şeibî re hiştine û li gorî rêkeftina di navbera wan de, bîrên petrolê û rûbereke berfireh a Germiyan dê radestî Heşda Şeibî were kirin.