Tirkiyê kuştina berpirsekî PKK’ê li Rojava Kurdistanê ragihand

Tirkiyê kuştina berpirsekî PKK’ê li Rojava Kurdistanê ragihand

Medyaya Tirkiyeyê ragihand, îstîxbarata Milî ya Tirkiyê “MÎTê” berpirsê PKK’ê Abdulhamît Kapar ê bi kodnavê “Tekîn Guyî” li Rojava Kurdistanê kuştiye.

Li gor agahiyên medyaya Tirkiyeyê ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên welatê xwe wergirtine, ev demek bû ku MÎTê dîvçûna tevgera vî berpirsê PKK’ê li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Hat ragihandin, Tekîn Guyî berpirsê lojîstîk û fînansêyê PKK’ê ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê ve li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke taybet de hatiye kuştin.

Li gora medya Tirkî Kapar di sala 1992’an de li dijî qereqola cendirmeyan a li navçeya Qlabana Şirnexê çalakiyek li dar xistibû û di encamê de 26 leşkerên taybet hatibûn kuştin û 2 kes jî hatibûn revandin.

Pustên heman beş