Li Silêmaniyê 2 bazirganên madeyên hişber hatin girtin

Li Silêmaniyê 2 bazirganên madeyên hişber hatin girtin

Li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê di navbera hêzeke ewlehiyê grubeke bazirganiya madeyên hişber de pevçûn derket û karmendekî hêzên ewlehiyê û du bazirganên madeyên hişber birîndar bûn.

Li gor zanyariyan bûyer îro 26.08.2024ê li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê pêkhat û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve 14 kîlogram madeyên hişber ên bi cureya krîstal dest li ser hat danîn.

Hat zanîn ew du bazirganên madeyên hişber bi birîndarî hatin girtin û lêkolîna li ser bûyerê destpê kir.

Pustên heman beş