Bi êrîşa asmanî Gerîlayek û 2 çekdarên YPGê hatin kuştin

PKK-YPG-Turkey-Attack-info

Bi êrîşên asmanî û bejahî yên artêşa Tirkiyê, çekdarekî PKKê û du çekdarên YPGê baskê leşkerî yê PKKê li Rojava Kurdistanê hatin kuştin.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê ragihand duh 26 Tebaxa 2024ê êrîş li dijî rêxistina PKKê li herêmên operasyonên Pence û Kaniya aştiyê pêkhatine, 3 çekdarên PKKê û YPGê ketin ber êrîşan.

Li gorî daxuyanîya wezaretê, çekdarekî PKKê li Başûrê Kurdistanê û du çekdarên YPGê li Rojava Kurdistanê bûne armanc.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê destnîşan kir, êrîşên wan bi biryardarî li dijî PKKê wê bidomin.

Pustên heman beş