Nasnameya hinek ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku sê salan berê ango li 27 Tebaxa 2021ê PKKê ew da bûn kuştin û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştbû, hinek jê keçin û hêjan di temena zaroktiyê de ne.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro 27 Tebaxa 2024ê nasnameya 3 çekdarên xwe yên ku 3 salan berê li Metînî hatine kuştin îfşa kir, ango 3 salan mirina wan veşartî hiştbû.
Her wiha duh roja duşemî 26î Tebaxê jî nasnameya du keçên din ku hêjan di temna zaroktiyê de ne hat îlan kirin, ew jî PKKê li Nîsana îsal 2024ê li Xakurkê dayne kuştin û mirina wan jî veşartî hiştbû.
Navên wan wisaye:
Nûrbehar Mehmed ji Rihayê.
Behar Ebdulla ji Şirnexê.
Ehmed Abdulrahman ji Nisêbînê.
Sadq Emîn ji Şirnexê.
Umer Hisên ji Wanê.
PKKê di pesnê van ciwanan de weke tev ciwanên din yên ku hatine xapandin û berê wan daye mirinê, tenê gotiye ku fedayê Apo bûn.
PKKe her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan veşartî hiştî, li gorî agahiyên Darka Mazî hêjan bi sedan ciwan mane ku PKKê mirina wan îlan nekiriye.