Şerê saxte yê Partîya Karkeran bo valakirina gundên Dihokê tê kirin

Duhok-Village-Gund-PKK-Turkey-Bomb-Attack-info

18 gund û herêmên diyar yên parêzgeha Dihokê ji 15 Tebaxê ve bi sedema tevgera bi goman ya çekdarên PKKê ketine ber êrîşên asmanî û bejahî, artêşa Tirkiyê bi awayekî hovane bi sedan mûşek lê barandine, xweza şewitand û zirarek pir mezin çêbûye, PKKe jî vî şerê xwe yê saxte ji boy berjewendîya Tirkiyê û valakirina gundên Dihokê dewam dike.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kir ku ji 15 heya 26 Tebaxa 2024ê ango di 12 rojan de, bi sedema tevgerên bi goman yên PKKê, artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî û bejahî 18 gund û herêmê Dihokê bordoman kirine.

Ev der ketine ber êrîşan:

  1. Geliyê Bazê.

  2. Geliyê Sêvê.

  3. Tûnela hindavî Guherzê.

  4. Aqarê Dergelê.

  5. Aqarê Bêşîlê.

  6. Geliyê Bazê.

  7. Çemê Xêla.

  8. Gundê Şêlaza.

  9. Gundê Gîzê.

  10. Çiyayê Bîstêrî li nahiya Mangêşkê.

  11. Geliyê Dergelê.

  12. Geliyê Hespa.

  13. Devera Pesara li aqarê gundê Sigêrê.

  14. Derîy Bêra.

  15. PKKê ji Çemê Sipney mûşekek avêtiye nêzî seyrangeha Bira Dosta.

  16. Geliyê Dêra.

  17. Çiyayê hindavî gundê Xasto li nahyeya Şêladizê.

  18. Dergela Mûsa Begê.

Êrîş wisa bûn:

15\8\2024:

  • Demjimêr ‎11:40‏ şevê balafirên helîkopterên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala bordumankiriye.

16\8\2024:

  •  Demjimêr ‎5:00‏ Ta ‎5:30‏ êvarî topxaneyên artêşa Tirkiyê hejmara şeş gulletopan li Geliyê Sêvê li nahya Dêrelokê li devera Nihêliya dayne, herweha demjimêr ‎7:20‏ Ta ‎7:20‏ mexreb balafirên artêşa Tirkiyê derdûra heman gelî bordumankiriye.

  • Demjimêr ‎7:05‏ mexereb balafirên artêşa Tirkiyê tûnela hindavî gundê Guherzê bordumankiriye û du mûşek lêdayne, herweha demjimêr ‎7:25‏ Ta ‎7:40‏ mexereb topxaneyên artêşa Tirkiyê ‎8‏ gulletop li aqarê gundên Dergelê û Bêşîlê li devera Berwarî Bala dayne.

17\8\2024:

  •  Demjimêr ‎10:45‏ spêdê helîkopterên artêşa Tirkiyê bi çeka doşkê teqe li tûnela hindavê gundê Guherzê kiriye.

  • Demjimêr ‎11:35‏ Ta ‎11:50‏ spêdê topxaneyên artêşa Tirkiyê ‎5‏ pênc gulletop li aqarê gundê Dergelê li devera Berwarî Bala dayne û ‎6‏ şeş gulletop li Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala dayne.

18\8\2024:

  • ‏ Demjimêr ‎12:40‏ şevî helîkopterên artêşa Tirkiyê Çemê Xêla û tûnela hindavî gundê Guherzê bordumankiriye.

  • ‏ Demjimêr ‎7:45‏ mexreb helîkopterên artêşa Tirkiyê gundê Şêlaza li devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêdaye.

  • ‏ Demjimêr ‎7:52‏ mexreb balafirên artêşa Tirkiyê gundê Gîzê li devera Berê Gare bordumankiriye.

  • Demjimêr ‎9:10‏ şevê balafirên artêşa Tirkiyê tûnela hindavî Guherzê bordumankiriye.

19\8\2024:

  • ‏ Demjimêr ‎2:29‏ şevê balafirên artêşa Tirkiyê tûnela hindavî Guherzê bordumankiriye.

  • ‏ Demjimêr ‎3:20‏ Nîvro balafirên artêşa Tirkiyê çiyayê Bîstêrî li hindavî gundê Dêrkê – nahya Mangêşkê bordumankiriye.

  • ‏ Demjimêr ‎5:30‏ Êvarî balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê û Geliyê Dergelê li devera Berwarî Bala bordumankiriye û du mûşek lêdayne.

20\8\2024:

  •  Demjimêr ‎6:40‏ Ta ‎7:15‏ spêdê balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bêşîlê li devera Berwarî Bala bordumankiriye û 4 mûşek lêdayne.

  • ‏ Demjimêr ‎9:30‏ Ta ‎11:00‏ şevê du helîkopterên artêşa Tirkiyê bi çeka doşkê teqe li Geliyê Hespa û Geliyê Bazê ‏li devera Berwarî Bala kirîne û di heman demê de, ‏ 8 mûşek li rojavayê Geliyê Bazê dayne.

21\8\2024:

  • ‎‏Demjimêr ‎9:05‏ şevê balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bêşîlê li devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêdaye. Li heman rojê devera Meranê li nahyeya Çemankê ‏bordumankiriye.

  • ‏ ‏Demjmîr ‎6:02‏ Êvarî topxaneya artêşa Tirkiyê Devera Pesara li bakurê aqarê gundê Sigêrê li‏ devera nihêlya topbarankiriye.

  • ‏ ‏Demjimêr ‎8:26‏ Ta ‎8:52‏ şevê helîkopterên artêşa Tirkiyê bi çeka doşkî teqe li derîy bêra û tûnela hindavî Guherzê kiriye.

‏22\8\2024:

  • ‏ Demjimêr ‎3:35‏ nîvro balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Hespa‏ li devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêdaye.

  • ‏ Demjimêr ‎4:20‏ Ta ‎5:00‏ Êvarî artêşa Tirkiyê ‎13‏ gulletop li Geliyê Hespa dayne.

‏23\8\2024:

  • ‏ Demjimêr ‎8:26‏ Ta ‎8:53‏ şevê helîkopterên artêşa Tirkiyê bi çeka doşkê teqe li Geliyê Bazê li nahya Kanî Masê li devera Berwarî Bala kiriye.

‏24\8\2024:

  • ‏ Demjimêr ‎1:00‏ nîvro çekdarên ‏ PKKê‏ mûşekek ji alê Çemê Sipne avêtiye û li rojavayê gundê Berçê li devera nihêlya li nêzî seyrangeha Bira Dosta ketiye.

  • Demjimêr 6:06 Êvarî ‏balafirên artêşa Tirkiyê tûnela hindavî Guherzê bordumankiriye.

  • ‎‏Demjimêr ‎6:10‏ Êvarî balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Dêra li devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêdaye.

25\8\2024:

  • ‏Demjimêr ‎12:55‏ şevê helîkopterên artêşa Tirkiyê bi çeka doşkê teqe li tûnela hindavî Guherzê kiriye.

  • Demjimêr ‎11:00‏ Spêdê artêşa Tirkiyê çiyayê hindavî gundê Xasto li nahyeya Şêladizê li devera Zêbariya topbarankiriye û du top gulletop lêdayne.

  • ‏‏Demjimêr ‎4:00‏ êvarî balafirên artêşa Tirkiyê tûnela hindavî gundê Guherzê bordumankiriye, herweha demjimêr 9:00 Şevê helîkopteran teqe li heman tûnelê kiriye.

  • ‎Demjimêr ‎4:08‏ êvarî balafirên artêşa Tirkiyê gundê Gîzê li devera Berê Garey bordumankiriye.

26\8\2024:

  • Demjimêr 11:20 şevê ta 12:25Ê helîkopteran bi çeka doşkê teqe li Geliyê Bazê kiriye, piştre borduman kiriye û herweha 9 mûşek jî li aqarê gundê Dergela Mûsa Begê dayne.

26\8\2024:

  • Demjimêr ‎9:24‏ spêdê helîkopterên artêşa Tirkiyê tûnela hindavî Guherzê bordumankiriye.

  • ‎Demjimêr ‎10:00‏ spêdê artêşa Tirkiyê çiyayê hindavî gundê Xasto li nahyeya Şêladizê li devera Zêbarîyan topbarankiriye û yek gulletop lêdaye.

JiGulana îsal 2024ê ve û paş dijwarbûna êrîşên dewleta Tirk, rêxistina PKKê bi enqest çekdarên xwe dişîne dorbera gundên parêzgeha Dihokê, ev gund dewam dikevin ber êrîşan û vê nîgeraniyek mezin li cem şênîyan çêkiriye û PKKe vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Dihokê werin vala kirin.

Pustên heman beş