Bi dehan rewşenbîr û nivîskarên Kurd li dijî “Tirkiye û PKKê” dengên xwe bilind dikin

rewşenbîr û nivîskarên Kurd li dijî Tirkiye û PKKê

Bi dehan nivîskar û rewşenbîrên Kurd ”tundî û terora dewleta Tirkiyeyê û kiryar û binpêkirinên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)” şermezar dikin.

Bi dehan rewşenbîr, nivîskar û medyakarên Kurd daxuyaniyek bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî ji raya giştî û Kurdistanî re belav kirin û tê de ragihandin, “Em pêwîst dibînin ku li dijî tundî û terora dewleta Tirkiyeyê ya ku Kurd û Kurdistanê dike armanc, dengê xwe bilind bikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Em li dijî hişmendî û kiriyarên PKK yên xiyanet kirinê û sitemkarîyê ne, ku civaka Kurd armanc digre, û em diqîrin û ji PKK re dêjin: «Êdî bes e». Ev hişmendî û kiriyarên PKK ku civak, malbat û kesayetîya Kurd dide ber xwe û xera dike, em şermezar dikin.”

Daxuyaniya rewşenbîr û nivîskarên Kurd wiha ye:

“Daxuyanîyek ji bo raya giştî û Kurdistanî re

Di gelek serdem û qonaxên dîrokê de, çêbûye ku rewşenbîr, wêjevan û hunermend li ser hinek mijar û nerînan, ne gihîştine hev û ne bûne yek, û di nav pêl û alîyên ramyarî û îdyolojîk yên cûr be cûr de belav bûne. Dibe ku ev alîyên han; nakok û dûrî hev bin jî, lê qata rewşenbîrî, ronakbîrî û nivîskarî, tiştê wan dighîne hev û aramanca wan ya sereke û daxwaza wan ya herî hevbeş, bilind û bi nirx azadî ye, û dê wisa bimîne. Ew azadîya civakî û yan takekesî ku nebe metod û alav û bingeh da kesê din ji holê raneke, û mafê wî yê rexnegêrî binpê neke û ne çewsîne. Ew azadîya ku oksojîna jiyanê ye û nivîşk û misogerîya rûmet û dadwerîyê ye.

Gelê Kurd, wekî hemû gelên bindest, pêwîstîya wî bi rizgarî û azadîyê pir heye, çi di hindirê welat de, çi li derveyî welat (Diaspora) be, ji ber ku Kurd ji berê ve û ta nuha jî, zilm û zorê dibînin û êş, jan û azarên wê dikşînin, ne azadîya li ser asta giştî ne ya li ser asta takeksî heye. Her wiha eger Kurd di rewşa zilm û zorê û sitembarîyê de bimînin, baş tê zanîn bê kî sûde ji vê rewşê werdigre. Lewra ji her demê zêdetir pêwîstî bi helwestekî rewşenbîrî û ronakbîrî yekbûyî, xurt û wêrek heye, û gelekî girîng ku xwe dide pêş û li himberî faşîzim û tarîperestîya olî û ya îdyolojî derdikeve, ku ev faşîzim jîyan, rûmet, azadî û gepa nanê mirovê Kurd aramac digire.

Em hemû rewşenbîr, wêjevan û nivîskarên ku nav û îmzeyên me li binê vê daxwîyanîyê de hene, di xebata Kurdewarîyê de em xwedî nerîn, peyv, helwest û ked in, em dibînin ku ji erk, delamet û peywera me ye em dengên xwe biling bikin û li dijî teror û tundîya dewleta Turk ku Kurd û Kurdistanê daye ber xwe, û her wisa em li dijî hişmendî û kiriyarên PKK yên xiyanet kirinê û sitemkarîyê ne, ku civaka Kurd armanc digre, û em diqîrin û ji PKK re dêjin: «Êdî bes e». Ev hişmendî û kiriyarên PKK ku civak, malbat û kesayetîya Kurd dide ber xwe û xera dike, em şermezar dikin. Ev kiriyarên PKK digihêjin asta tawanên şer û tawanên li dij mirovatîyê ne, ji revandina zarokan û çekdar kirina wan di nav hêzên PKK/ HPG/ YPG/ HSD… de be, û şar û bajar û bajarokên Kurdistanê kirine zindan û goristan li ser erdê û tûnel li bin erdê, û helwelatîyên Kurd kirin wekî mertalên zindî û di şeran de bi kar tînin, em van kirîyran bi tundî şermezar dikin.

Pêve girêdayî, hemû kar û kiriyarên rûxandin û hilweşgêr yên tewş, provokativ, bêyhode û bê wate ku PKK li hemû perçeyên Kurdistanê dike, em rexne û şermezar dikin.

Di eynî demê de, em welatê Europa agahdar dikin ku rêxistna PKK, yase û qanûn û demokrasîya Europa istismar dike û bi kar tîne da ku kar û kiriyarên xwe yên tawankar (Criminality) û qirêj berdewam bike, û baş tê zanîn ku kiriyarên PKK li dijî zagon, pirensib, sinc, rawişt, û pîvanên demokrasiya Europî ne.

Ev grûpa partîperest û dogmatîk ku navê wê di lîsteyên rêxistinên terorîst yên li EU û USA de ye, ta nuha li Europa û Amerîka dest berdayî û serbest e û êrîşî kesên rikber û rexnegêran dike, çi li ser asta tasfiya siyasî û reş kirin û xiyanet kirina wan, û çi li ser asta tesfiyeya fizîkî û rasteqîne û dîrkt be.

Hêjayî gotinê ye ku dîroka rêxistina PKK di salên 80î û 90î de ji sedsala borî ve, tije bûyerên qirêj yên kuştina rekber û kesên ji PKK veqetiyan e. Ango tiştên li ser vê grûpa çekdar em dibêjin ne nû ne, û di dadgehên welatên Europa de hatine tekez kirin.

Ji vê grûpa çekdar re û hemû alîgirên wê û tevahîya sazî û dam û dezgehên girêdayî wê, yên çandeyî û ragihandinê û sîyasî û leşkerî re, çi li welat bin yan jî li Diaspora bin, em ji wan re dibêjin:

Eger ji we heye dengên kêr û tifingên we û hişmendîya xiyanet kirinê a we bilind e ku dil û mejîyên we kor kirîye, baş nas bikin ku dengê azadîyê û azadîxwazên Kurd bilindtir û bi hêztir e.

Dibe ku destên we yên qirêj di warê gihîştina xwedîyên nerîn û peyva azad de serkevin, lê ramanên azad û ku ji bo azadîyê bang dikin, win tu carî nikarin wan bikujin. Nerîna azad û ramanên azad û rexnegêr, tucarî dê nekevin binê bandora çavsor kirinên û gefxwarinên we, yan bazarîyê bi we re dê nekin, û tu carî dê nekevin binê tirs, gefxwarin û biçûk kirina we.

Ev ramanên serbixwe û azad û rexnegêr, win li kur bin, dê tim ji we re wekî “kabûsekî” be û li dû we be û li sînga we be, û dê we dorpêç bike û we eşkere bike.

Jehrî kirina civakan, hilbirîn û çêrkirina koleyan ji alîyên rejîm û hêzên totalîter û çekperest, heta hetayê dê nemîn e.

Xwe veşatina li pişt maskên sexte yên bi navên azadî, rizgarî û deokrasîyê, û “komara demokratî, neteweya demokratî û civaka Ecologyk, azadîya jinê” û hemû diruşmeyên xapîno ku win dikin, heta hetayê dê nemîne.

İstismara xwîna şehîdan û lîska bi hestên malbatên wan, û bi kar anîna van malbatan li dij kesên ku PKK rexne dikin, heta hetayê dê nemîne.

Eger win bawer yan jî guman dikin ku win ê ji lêpirsîn yasayî (qanûnî) li welat û diaspora, xelas bibin û birevin, win pir şaş in û di xeyalan de dijîn, û ev yek heta hetayê dê bimîne.”

Pustên heman beş