HSDê keçek revand û bi darê zorê çekdar kir

Minbic-HSD-QSD-SDF-PKK-net

Hêzên Sûryeya Demokratîk keçeka temen 19 salî ji bajarê Minbicê revandin û bi darê zorê li yêk ji serbazgehên xwe danan.

Tora mafên mirovan ya Sûryeyê aşkere kir ku çekdarên Hêzên Sûryeya Demokratîk HSDê keçekeka temen 19 salî ku ji taxa Zawiye ya bajarê Minbicê bi revand û bi darê zorê veguhestiye yêk ji bingehên xwe yên perwerdeya leşkirî ji bo ku wê bikin çekdar.

Tora mafên mirovan destnîşan kir, çekdarên ku ew keç revandî, mobîla wê jê wergirtine û nehiştîye ew pêwendiyê bi malbata xwe bike.

Li gorî tora mafên mirovan, malbata keçê nîgerane û tirs heye ku keça wan li ser destê HSDê rastî îşkenceyê were.

Tevî peymanên ku Mezlûm Ebdî fermandarê HSDê bi Hêzên Hevpeyman re îmze kirîn, lêbelê hêjan revandina zarokan û çekdarkirina wan di nava HSDê û baskên din yên PKKê de li Rojava Kurdistanê dewam dike, piranîya zarokên ku tên revandin ji hêla rêxistina çete ya bi navê Ciwanên Şoreşger ku bi fermana Qendîlê û serperiştîya general Mezlûm tev digere.

Pustên heman beş