Bi sedema PKKê balafirên Tirkiyê bi dehan mûşekên din li ser gundên Dihokê barandin

PKK-Duhok-Turkey-Attack-info

Bi sedema liv û tevgerên bi guman yên PKKê, balafirên şer yên dewleta Tirk bi dehan bombe û mûşek li ser hejmareke gund û herêmên diyar yên parêzgeha Dihokê barandin.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kir ji 26 heya îro 28 Tebaxê balafirên şer yên Tirkiyê hejmareka gundên Dihokê li deverên Berwarî Bala û Nihêliya borduman kirine û zirarek pir mezin bi xweza û aqarê wan herêma da ye.

Destinîşan kir, sedema êrîşên berdewam yên dewleta Tirk li ser gundên Dihokê bo liv û tevger bi guman ya çekdarên PKKê vedgere ku rêxistun dixwaze ev gund werin vala kirin û bibin qadên şer.

Gundên ku ji 26 Tebaxê ve hatine borduman kirin:

Gundê Hirorê.

Çiyayê Metîna.

Geliyê Qesirkê.

 Geliyê Sipî.

 Geliyê Dergela Mûsa Beg.

 Gelyê Bêşîlê.

Geliyê bazê.

Tonela hindavî Guherzê.

Geliyê Hespa.

Êrîş wisa bûn:

26\8\2024:

  • ‎‏Demjimêr ‎3:30‏ nîvro artêşa Tirkiyê bakurê gundê Hirorê li devera Berwarî Bala topbarankiriye û du gulletop li çiyayê Metîna dan e.

  • Demjimêr ‎11:10‏ Ta ‎11:45‏ spêdê helîkopterên artêşa Tirkiyê bi çeka doşkê teqe li geliyê Qesirkê, Geliyê Sipî, Geliyê Dergela Mûsa Beg, Geliyê Bêşîlê û Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala kiriye, herweha ‎8‏ mûşek lêdan e.

  • Demjimêr ‎8:30‏ şevê helîkopterên artêşa Tirkiyê tûnela li hindavî gundê Guherzê li devera Nihêliya bordumankiriye.

27\8\2024:

  • Demjimêr ‎4:45‏ êvarî balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Hespa li devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêdaye.

  • Demjimêr ‎5:10 ‏ êvarî artêşa Tirkiyê bakurê gundê Hirorê topbarankirye û du gulletop li çyayê metîna dayne.

  • Demjmêr ‎8:20‏ Şevê helîkopterên artêşa Tirkiyê tûnela li hindavî Guherzê ‏bordumankiriye.

28\8\2024:

  • Demjimêr ‎12:30‏ şevê balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Hespa ‏li devera Berwarî Bala bordumankiriye û yek mûşek lêdaye.

  • Demjimêr ‎12:48‏ şevê tûnela li hindavî Guherzê bordumankiriye.

Ji Gulana îsal 2024ê ve û paş dijwarbûna êrîşên dewleta Tirk, rêxistina PKKê bi enqest çekdarên xwe dişîne dorbera gundên parêzgeha Dihokê, ev gund dewam dikevin ber êrîşan û vê nîgeraniyek mezin li cem şênîyan çêkiriye û PKKe vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Dihokê werin vala kirin.

Pustên heman beş