Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî 13 salî revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokekî 13 salî revand

Endamên rêxistina çete a bi navê “Ciwanên Şoreşger” a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê zarokekî temen biçûk ji bajarê Kobanîyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk deye revandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, duh roja çarşembê 28/8/2024ê zarokê bi navê Egîd Xalid Misilman ji aliyê çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” ve hat revandin û ber bi kampên leşkerkirina zarokan li bajarê Kobanîyê hat birin.

Egîd ji herêma Kobanê ye û di 6ê Nîsana 2011an de ji dayik bûye û navê dayika wî Xedîce ye.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.

Pustên heman beş