Ji destpêka îsal ve çekdarên PKK’ê 75 keç û xortên temenê wan biçûk ji Rojava revandine

PKK’e bi zordarî pere ji şêniyên Rojava distîne

Çalakvanê Mafê Mirovan li Rojavayê Kurdistanê ragehand, ji destpêka îsal ve çekdarên PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê 75 keç û xort revandine.

Çalakvanê Mafê Mirovan Mehmûd Elo ragehand, ji destpêka îsal ve heta niha meha Tebaxê, çekdarên PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê 75 keç û xortên zarok revandine û armanca revandina wan zarokan jî ji bo nav yekîneyên xwe yên leşkerî de bicîh bikin û ev yek berevajî yasa û zagonan e.

Herwiha got, ew kesên ku PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê revandine temenê wan di navbera 12 heta 16 salî ne û ew birine bo leşkerîgehên HSDê yên li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê.

Çavdêr amaje bi wê yeke dikin ku ew kiryarên PKK’ê dikeve nav xaneya tewanên mezin, ji ber ku PKK bi zorê wan zarokan dibe û wan dike leşker û piştre beşdarî şer dike.

Pustên heman beş