Artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî, îro 6 çekdarên PKKê/YPGê kirine armanc, 3 jê li Başûrê Kurdistanê ne.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê ragihand, îro roja şemî 31/8/2024ê bi êrîşa asmanî, 6 çekdarên PKKê li herêma operasyona Pence hatin hedef girtin.
Her wiha li herêma Mertala Feratê ya li Bakurê Sûryeyê jî 3 çekdarên YPGê (baskê leşkerî yê PKKê) ketin ber êrîşa balafirên şer.
Artêşa Tirkiyê ji meha Hezîranê ve, qûnaxeke nû ji operasyona Pence li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê destpêkiriye, rojane gundên parêzgeha Dihokê di vê operasyonê de tên borduman kirin, rûberên herî berfereh yên aqarên gundan şewitîne û zirareke mezin çêbûye.