Fermandar û endamekî konseya HPGê baskê leşkirî yê PKKê yê bi navê Orhan di êrîşeke hewayî de hatiye kuştin, PKKê ji Hezîrana îsalê ve kuştina wî veşart bû.
Rêxistina PKKê duh roja înî 30 Tebaxa 2024ê nasnameya fermandarekî HPGê yê bi navê Elî Dînçer bi navê kod Orhan Cîhat Bîngol aşkere kir ku ev nêzî 3 mehane li Başûrê Kurdistanê ketiye ber êrîşeke hewayî û hatibû kuştin.
Orhan ku endamê konseya HPGê ye, li 6 Hezîrana îsal 2024ê ji hêla balafirên şer ve hatibû hedef girtin û rêxistinê paş derbasbûna 84 rojan ji nû ve kuştina wî îlan kir.
Orhan li sala 1966ê ji dayîkbûye, 33 salan di nava rêxistina PKKê de ye û gelek erk û berpirsiyarî wergirtine, herî dawî endamê konseya HPGê baskê leşkerî yê rêxistnê bû.