Li Gare û Metînî 15 Gerîla ketin ber êrîşa balafirên şer

Gare-Metin-Info

15 çekdarên Partîya Karkeran “PKKê” îro li çiyayên Gare û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşên balafirên şer yên Tirkiyê, hemwext du çekdarên YPGê jî li Rojava Kurdistanê hatin hedef girtin.

Ajansa Anadolê ji wezareta parastina netewî ya Tirkiyê veguhestiye ku îro roja yekşemî 1 Îlona 2024ê êrîşên hewayî li çiyayê Gare û Metînayê pêkhatine, 15 çekdarên rêxistina PKKê ketin ber êrîşan û hatine kuştin.

Destnîşan kir, hemwexta operasyonên li herêma Pence, li herêma Mertala Feratê ya li bakurê Sûryê jî operasyon pêkhatine û 2 çekdarên YPGê baskê leşkerî yê PKKê bûne armanc.

Artêşa Tirkiyê roja înî jî hedefgirtina 12 çekdarên PKKê 6 jê li Başûrê Kurdistanê ragihandbû û aşkere kir ku operasyonên wan yên li dijî PKKê bê navbir wê bidomin.

Pustên heman beş