Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve, bacên nû li ser xelkê hejmarek gundên herêma Efrînê ferz kirin.
Malpera ENKSê li ser zarê çend jêderan belav kir, çekdarên grûpa El-Emşat li gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta, baca 200 dolarên Amerîkî li kesên ku di xaniyên xizmên xwe yên koçber de ne ferz kirin.
Herwiha ji bo her dareke zeytûnê 8 dolar li ser xelkê gundên Kaxirê û Anqelê, Senarê û Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê ferz kirin.
Amaje bi wê jî kir, çekdarên Emşatê baca 2500 dolar li ser xwediyên kargehên guvaştina zeytûnan sepandine.
Zêdetir ji şeş salan re ye herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve dagirîkirî ye û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.
Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.