Serokatiya Komara Tirkiyeyê peyamek li ser kuştina Hekîm Luqman li Stenbolê parve kir

Turkey-Luqman-Hekim-net

Serokatiya Komara Tirkiyeyê red dike ku welatiyê Kurd ê xelkê Kelekçiyê ji ber nejadperestiyê li Stenbolê hatibe kuştin û dibêje, “Lêkolîn li ser wê rûdanê berdewam in.”

Sê welatiyên xelkê nahyeya Kelekçiyê ya parêzgeha Dihokê li serê sibeha duhî (Yekşem, 01.09.2024) bi çend kesan re li ber deriyê hotela Zûrîçê ya Stenbolê bi şer çûn, yek ji wan bi navê Hekîm Luqman bi çeqokê hat kuştin û yên din jî birîndar bûn.

Fermangeha Peywendiyan a girêdayî Serokatiya Komara Tirkiyeyê îro (Duşem, 02.09.2024) di ragehandinekê de red kir ku Hekîm Luqman ji ber nejadperestiyê hatibe kuştin û got, “Lêkolîn li ser wê rûdanê berdewam in.”

Li dû wê ragehandinê, du kesan ku welatiyên parêzgeha Batmanê ya Bakurê Kurdistanê ne bi Hekîm Luqman û birayê wî û pismamê wî re şer kiriye û paştir revîne.

Kesûkarên Hekîm Luqman ragehandibû, “Tenê ji ber ku Hekîm li xwaringeheke Stenbolê bi zimanê Kurdî axiftiye, ji aliyê çend ciwanên Tirk ve êrîşî wî hatiye kirin û bi çeqokê hatiye kuştin.”

Pustên heman beş