PKKê mirina van du Gêrîlayan ji 2021ê ve veşartibû

2 gerila-2021-net

Nasnameya du çekdarên din yên PKKê aşkere bû ku sê salan berê hatibûne kuştin û rêxistinê mirina wan li malbatên wan veşartibû.

HPGê îro roja duşemî 2 îlona 2024ê nasnameya du çekdarên xwe aşkere kir ku li 5î îlona sala 2021ê li Başûrê Kurdistanê ketbûn ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da bû û ji nû ve îro paş derbasbûna 3 salan rêxistinê mirina wan îfşa kir.

Navên wan wisaye:

Ubeydulla Orhan ji Stenbolê.

Nimet Mehmûd ji Şirnexê.

HPGê destnîşan kir ku ev herdu çekdar li salên 2011 û 2012ê tevlî refên PKKê bûbûn.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş