Kolbereki kurd bi guleyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê ve hat kuştin

Kolber-Kurd-iran-Net

Kolberekî din ê kurd ê bi navê Eshed Espender bi guleyên rasterast ên hêzên parêzvanên sînor ên Îranê ve li navçeyên sînorê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw Eshed Espender temen 24 sal bûye û rûniştvanê bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ye û li navçeya sînorî yê bajarê Bane ji aliye hêzên parêzvanên sînor ên Îranê ve gule lê hatin berdan û jiyana xwe ji dest da.

Li gor Hengawê ragehandiye, Eshed Espender ji ber gule bi singê wî ketine di cîh de jiyana xwe ji dest daye.

Pustên heman beş