Amara Tebaxê ya şerê saxte: PKKê 56 leşker bi derewan kuştine

pkk-vs-turkey-8-2024-info-Net

Rêxistna PKKê amara şerê xwe yê saxte ya meha Tebaxê ragihand û li gorî wê 56 leşkerên Tirk û 4 Gerîla hatine kuştin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja sêşemî 3 Îlona 2024ê amara meha Tebaxê ya şer ragihand û eşkere kir di vê mehê de artêşa dewleta Tirk 473 caran êrîşî herêmên Gerîlayan li Başûrê Kurdistanê kirî ye.
HPGê di amara xwe de dîsa ji derew gotiye ku di meha Tebaxê de 56 leşkerên Tirk hatine kuştin, 3 jê efserên payebilind in û herweha 4 Gerîlayan jiyana xwe ji dest da ne.
Partiya Karkeran û dewleta Tirk serê hemû mehekê amarên şer radgihînin û her yêk dibêje me ewqas kuştine, lêbelê herdu alî rast nabêjin û tenê vê weke şerekî medyayî yê taybet li dijî hev di meşînin û yên ku zirara rastîn ya şer didin tenê welatiyên Başûrê Kurdistanê ne.

Pustên heman beş