Balafirên şer yên artêşa Tirkiyê 20 pêgehên çekdarên PKKê li herêmên Zap, Gare, Metînayê, Xakurk, Asos û Qendîlê bombebaran kirin, hejmareke çekdaran kuştine û di nava wan de kesên li asta berpirsiyariyê hene.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja sêşemê 3 Îlona 2024ê belav kir ku bi êrîşa asmanî li herêmên Zap, Gare, Metînayê, Xakurk, Asos û Qendîlê, pêgehên PKKê bûne armanc, 20 pêgeh hatine ji nav birin.
Destnîşan kir, hejmareke çekdaran hatine kuştin, di nav wan da çekdarên berpirs jî hebûn.
Di daxuyanîya wezaretê da hat gotin ji bo ku PKKe bên bêbandorkirin, êrîşên wan yên li dijî rêxistinê wê bênavbir bidomin.
Hat gotin 20 hedefên ku hatine ji nav birin, ji şikeft, kozk, sitargeh, depo û tesîsên ku rêxistina PKKê bi kar tîne pêk tên.