HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro nasnameya 4 Gerîlayên ku li devera Kêla Memê ya Şirnexê ketine ber êrîşên dewleta Tirk eşkere kir.
HPGê îro roja çarşemî 4 Îlona 2024ê, nasnameya 4 çekdarên xwe aşkere kir ku li 17 û 18 Tebaxa îsalê li devera Kêla Memê ya Şirnexê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û hatbûn kuştin û ji nû ve îro mirina wan îfşa kir.
Destnîşan kir, Gerîlayên bi nasnavên Xebat Cûdî û zamanî amanos li 17 ê Tebaxa 2024an li devera Kêla Memê ya Şirnexê hatine kuştin.
Her wiha Gerîlayên bi nasnavên Yilmaz Dêrsim û Serhed Jêhat jî li heman deverê li 18ê Tebaxê canê xwe ji dest daye.
HPGê diyar kir ku wan Gerîlayan di êrşa asmanî de canê xwe ji dest daye.
HPGê da zanîn ku Serhed Jêhat 15ê Tebaxa 2005an, Yilmaz Dêrsim sala 2013an, Xebat Cudî sala 2015an tevlî refên PKKê bûye.