Çeteyên PKK’ê keçeke din a 13 salî ji Dirbêsiyê revand

Çeteyên PKK’ê keçeke din a 13 salî ji Dirbêsiyê revand

Rêxistina çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve, keçeke temen biçûk ji bajarê Dirbêsiyê bi armanca tevlîkirina wê di nava refên partiyê de revandin.

Li gorî tora çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê, rêxistina Ciwanên Şoreşger di 27 Tebaxa 2024an de keça bi navê Lîya Rakan El-Nûh ya 13 salî ji gundê Tilîlûnê yê ser bi Dirbêsiyê ve revandiye.

Malbata vê keça revandî tevî hewlên xweyên serlêdana navendên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk û hêzên Sûriya demokratîk, hîna nekarîne derbarê çarenivîsa keça xwe de ti agahiyan bi dest bixin.

Malbatê ji sazî û dezgehên civaka sivîl yên bi mafên zarokan re eleqedarin, daxwaznameyek şand û tê de ji wan xwest demildest mudaxê bikin ku cihê zarokê were eşkerekirin û radestî malbata wê were kirin.

Grûpa Ciwanên Şoreşger grûpeke çeteyên rojavayê Kurdistanê ye ku piraniya wan gencên ji qotabxaneyê veqetiyayî ne û bê karin û rasterast bi fermana PKK’ê tev digerin.

Pustên heman beş