Rêveberiya PYD kampeke nû ji bo leşkerkirina zarokan li Hesekê ava dike

Rêveberiya PYD kampeke nû ji bo leşkerkirina zarokan li Hesekê ava dike

Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kampeke nû ji bo tecnîdkirina zarokên ku ji aliyê rêxistina çeteyan ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatine revandin, li gundewarê başûrê Hesekê, ava kiriye.

Tora Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand, “HSD’ê kampeke nû li devera Sebah El-Xêr li derdora parêzgeha Hesekê ava kiriye ku nêzîkî 400 xort û keçên temenê wan di navbera 11-13 saliyê de, di vê kampê de perwerdeya leşkerî dibînin.

Her wiha eşkere kir, “ev zarok neçarin ku perwerdehiyeke leşkerîya giran derbas bikin ji bo hilgirtina çekan, û rastî şûştina mêjî tên.”

Tora mafên mirovan di berdewamiya axaftina xwe de ragihand: “ev kiryar berovajî qanûnên mirovîyên navneteweyî û peymana mafên zarokana sala 1989an ne, ku dewletên alîgir mecbûr dike ku hemû tedbîran werbigirin da ku zarokên ji 18 salî biçûktir tevlî şerê çekdarî nebin. her wiha ev pêkanîn di heman demê de binpêkirina eşkereya protokola bijarîya peymana mafên zarokan a derbarê tevlîbûna zarokan di şerê çekdarî ya sala 2000an deye, ku leşkerkirin yan karanîna zarokan di şer de qedexe dike.”

Vê rêxistinê herwiha got, “rapor tekez dikin ku hêzên Sûriya Demokratîk berdewamin li ser binpêkirina peymana Cenêvêya çaremîna sala 1949an ya derbarê parastina sivîlan di dema şer de, ji ber ku zarokan bi darê zorê weke çekdarên biçûk bikar tînin, bi awayekî ku berovajî prensîba taybet ya parastina zarokane ku zarok li herêmên pevçûnan jê sûd werbigirin.”

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî (UNICEF û ofîsa komîseriya bilinda mafên mirovan) û civaka navdewletî bi giştî kir, ku bilez van tedbîran werbigirin:

-Zexta siyasî û dîplomatîk li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikar bînin ji bo ku dawiyê li leşkerkirina zarokan bîne û bê şert û merc zarokên revandî li malbatên wan vegerîne.

-Lêkolînên serbixwe û navdewletî li ser hemû dosyayên revandin û leşkerkirina zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û berpirsan li gorî pîvanên navdewletî bidin dadgehkirin.

-Sepandina cezayên navdewletî li ser kes û saziyên ku ji van binpêkirinan berpirsyarin, li gorî biryarên encûmena ewlekariyêyên têkildarî parastina zarokan di şerê çekdarî de, bi taybetî biryarên 1539 û 1612.

–Bihêzkirina bernameyên rehabîlîtasyonê ji bo zarokên ku berê hatine leşkerkirin, û dabînkirina piştevaniya derûnî û civakî ji wan re, li gorî prensîbên dadweriya veguhêz û mafên zarokan.

Li gorî çavdêran armanca rêxistina Ciwanên Şoreşger ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mêjiyê zarokan li gor bîrdozên partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerîyên vê partiyê deye.

Pustên heman beş