Bi sedema liv û tevgerên bi guman yên PKK’ê, balafirên şer yên dewleta Tirk bi dehan bombe û mûşek li ser hejmareke gund û herêmên diyar yên parêzgeha Duhokê barandin.
Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, ji 29/82024 heyanî 2/9/2024 balafirên şer yên Tirkiyê hejmareke gundên Duhokê li deverên Berwarî Bala û Nihêlê borduman kirine û zirarek pir mezin bi xweza û aqarê wan herêma gihandiye.
Çavkaniyên Darka Mazî destinîşan dikin, sedema êrîşên berdewam yên dewleta Tirk li ser gundên Duhokê bo liv û tevger bi goman ya çekdarên PKK’ê vedigere ku rêxistin dixwaze ev gund werin vala kirin û bibin qadên şer.
Êrîşên Tirkiyeyê bi vî awa bûne:
29/8/2024
Saet 12:20 heyanî 12:40 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê geliyê Bazê û gundê Şêlaza yê ser bi devera Berwarî Bala bombebaran kirine.
30/8/2024
Saet 5:52 êvarê, balafirên şer yên Tirkiyeyê pişta gundê Dêreşê- Çiyayê Bêsimtê li hindavî gundê Gîzê yên ser bi devera Berê Garê bombebaran kirine, her wiha di heman dem de tunela PKK’ê ya dikeve hindavî gundê Guherzê yê ser bi nahiya Dêrelok ve bombebaran kirine.
Saet 10:55 heyanî 11:30 şevê, du helîkopterên şer yên leşkerê Tirkiyeyê geliyê Bazê, geliyê Dergela Mûsabegê û gundê Şêlaza yên ser bi nahiya Kanîmasê bi çekê doşka hedef girtine.
31/8/2024
Saet 1:26 şevê, helîkopterên şer yên leşkerê Tirkiyeyê Deriyê Bêra û tunela hindavî gundê Guherzê yê devera Nihêlê bombebaran kirine.
Saet 11:30 şevê, balafirên şer yên dewleta Tirkiyeyê geliyê Bêşîlê yê ser bi devera Berwarî Bala ve bombebaran kiriye.
Saet 8:40 şevê, helîkopterên Tirkiyeyê Geliyê Bazê yê ser bi devera Berwarî Bala ve bi çekê doşka hedef girtiye.
1/9/2024
Saet 3:33 nîvrojê, balafirên şer yên Tirkiyeyê careke din tunela PKK’ê ya dikeve çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê bombebaran kiriye.
Saet 9:45 heyanî 10:25 şevê, helîkopterên şer yên Tirkiyeyê pişta geliyê Bazê û gundê Dergela Mûsabegê yên ser bi devera Berwarî Bala ve bi çekê doşka hedef girtine.
2/9/2024
Saet 11:38ê şevê, helîkopterên leşkerê Tirkiyeyê tunela PKK’ê ya dikeve hindavî gundê Guherzê careke din hedef girtiye.
Saet 6:30 êvarê, balafirên şer yên Tirkiyeyê careke din çiyayê Bêsimtê li hindavî gundê Gîzê bombebaran kiriye.
Saet 5:15 êvarê, balafirên şer yên Tirkiyeyê serê çiyayê Gare li Bakurê Rojhilatê nahiya Çemankê bombebaran kiriye.
Ji Gulana îsal 2024ê ve û paş dijwarbûna êrîşên dewleta Tirk, rêxistina PKK’ê çekdarên xwe dişîne derdora gundên parêzgeha Duhokê, ev gund dewam dikevin ber êrîşan û vê yekê nîgeraniyek mezin li cem şêniyên herêmê çêkiriye û PKK’e vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Duhokê werin vala kirin.