Tirkiyê kuştina berpirsekî paye blind yê PKK’ê eşkere kir

Tirkiyê kuştina berpirsekî paye blind yê PKK’ê eşkere kir

Îstîxbarata Tirkiyê “Mîtê” eşkere kir li herêma Qamişloyê ya Rojava Kurdistanê bi operasyonekê berpirsê paye blind yê PKK’ê bi navê Metîn Dinç ku bi kodnavê “Dijwar Têkoşîn” tê naskirin kuştiye.

Li gorî agahiyên medyaya Tirkiyeyê, Metîn Dinç di navbera 2008-2015an da ji ber sûcên “Endametiya rêxistina terorêya çekdar, propagandaya rêxistina terorê, dabînkirina çekan bo rêxistinên terorêyên çekdar, pêkanîn û birêvabirina civîn û meşên dijî qanûnê” hatibû binçavkirin û bi şûn da jî hatibû tewqûfkirin.

Hat tesbîtkirin, ev berpirsê PKK’ê piştî ku tê azadkirin di sala 2015an da derbasî Sûriyeyê bûye, û tevlî refên PKK’ê bûye û çalakiyên dijî hêzên ewlekariyê organîze kirine.

Mîtê her weha ragihandiye, Dinç ji hêla sîxurên Mîtê hatiye eşkerekirin ku li herêma Qamişloyêya Sûriyeyê ye, piştre bi operasyoneka taybet ve hatiye kuştin.

Pustên heman beş