Erebeyek li Şarbajêrê hat armanckirin û qurbanî hene

Erebe-Sharbajer-Net

Dronekê erebeyek li sinorê qezaya Şarbajêrê li parêzgeha Silêmaniyê kir armanc û sê kes tê de hatin kuştin.

Îro (Pêncşem, 05.09.2024) ji aliyê dronekê ve erebeyek li nahyeya Zelanê ya girêdayî qezaya Şarbêjêr hat armanckirin.

Li dû zanyarên destpêkî, sê kes di wê erebeyê de bûn û her sê jî hatine kuştin.

Ev di demekê de ye ku, duhî (Çarşem, 04.09.2024) jî erebeyek li Xelekanê hat armanckirin û sê welatî tê de hatin kuştin.

Pustên heman beş