Di 4 rojên rabûrî de, bi êrîşên asîmanî 27 çekdarên Partîya Karkeran li Herêma Kurdistanê hatine kuştin û PKKê mirina ti yêk ji wan ranegihandiye.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di encama êrîşên asîmanî da li deverên Metîna, Zap, Gare, Xakurk, Qendîl û Asos ên li Herêma Kurdistanê, di 4 rojên dawîn da 27 çekdarên PKKê hatin kuştin.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin:
Di 2yê îlona 2024an da di encama operasyonên asîmanî yên dijî deverên Metîna, Zap, Gare, Xakurk, Qendîl û Asos, li gorî tesbîtên berahî herî kêm 20 çekdarên PKKê hatin kuştin. Li herêmê xebatên hedefgirtinê berdewam in.
Her wiha li devera Xakurkê bi operasyoneke asîmanî 7 çekdarên din hatin kuştin. Bi vê ra hejmara çekdarên PKKê yên ku di 4 rojên dawîn da hatin kuştin, bû 27.