Bi belge – Behzad Xusrewî xwedî mafê niştecîhbûna Silêmaniyê bûye, lê dîsa jî YNKê ew radestî Îranê kir

behzad-khosravi-net

Piştî ku asayîşa YNKê li Silêmaniyê endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îran (PDK-î) radestî îstixbarata Îtlaatê kir, bi daxuyaniyekî asayîşa YNKê ragehand ku qaşo Behzad Xusrewî xwedî mafê rûniştvaniyê li Herêma Kurdistanê nebûye û endamê ti aliyekî siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê nebûye û li ser daxwaza xwe ew radestî Îranê hatiye kirin. Vê yekê jî çalakvanên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê aciz kir û bi wan wêneyên li xwarê jî îspat dibe ku belgeyên giringin ji bo wan bengeşeyên YNKê wek derew bên piştrast kirin.

Belgeyên ku hene;

-Karta niştecîhbûnê îspat dike ku Behzad Xusrewî xwedî mafê niştecîhbûnê bûye li Silêmaniyê

– Belgeya fermî ango forma Netewên Yekbûyî an jî UN îspat dike ku penaberekî siyasî bûye li Herêma Kurdistanê.

Li gor dûvçûna BasNewsê li gor madeya 21 a destûra mayînde ya Iraqê, nabe penaberê siyasî radestî wî welatî bê kirin ku jê hatiye.

Îro 07.09.2024ê PDK-Î bi daxuyaniyekî fermî bangeşeyên asayîşa YNKê derewand û diyar kir, Behzad Xusrewî endamê partiya wan bûye û 10 sale li gel dayîk û xwîşka xwe li Silêmaniyê niştecîh in û mafê niştecîhbûnê wek penaberekî siyasî ji wan re hatiye dayîn.

Pustên heman beş